Haydar Şahin
08 Îlon 2020•Rojanekirin: 08 Îlon 2020
Di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya "sextekariya îhaleyê kirine" ku ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dimeşîne da ji 47 kesên ji bo wan biryara binçavkirinê hatibûn dayîn 37 şikbar hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat diyarkirin ku li ser îxbarê der heqê 19 wezîfedarên Serokatiya Kordinasyon û Kontrola Veberhênanê ya Walîtiya Enqereyê û 28 kesên bi bertîlê di îhaleyên saziyê da menfeet bi dest xistine da lêpirsîn dan destpêkirin.
Di daxuyaniyêda hat gotin ku di çarçoveya lêpirsînê da teqîba teknîkî, guhdarkirina axaftinan hat kirin û di encama lêkolîna zanayan da delîlên saxlem hatin tesbîtkirin ku şikbar tevlî sûcên wekî "sextekariya îhaleyê kirine", "fesadî tevlî kirina kar kirine", "bertîl dane û sitandine û di belgeyên fermî da sextekarî kirine" bûne.
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku ji 47 kesên ji bo wan biryara binçavkirinê hatibûn dayîn 37 şikbar hatin binçavkirin, ji bo binçavkirina şikbarên firarî jî ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Malî ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê xebatên xwe didomînin.