Haydar Şahin
06 Mijdar 2019•Rojanekirin: 06 Mijdar 2019
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Enqereyê (TEM) 9 şikbarên hat tesbîtkirin di nav şaxa jinan a PKKya rêxistina terorê da dixebitin binçav kirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê sitand, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dimeşîne da hat tesbîtkirin ku hin kes di nav şaxa jinan (TJA) a PKKya rêxistina terorê da xebatan dimeşînin.
Li ser vê ekîbên TEMê ber destê sibê operasyona hemdem kirin û di operasyonan da 9 şikbar binçav kirin.
Şikbar anîn Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Enqereyê.