ANKARA
Walîtiya Enqereyê diyar kir ku ji ber berfê îro li çar aliyê bajêr navber dan perwerdeyê.
Beriya Enqereyê li Adiyaman, Edene, Bolû, Bûrsa, Kirşehîr, Balikesîr, Sêwas, Bartin, Konya, Yalova, Kastamonu, Stenbol, Zongûldak û Eskîşehîrê jî dibistan hatibûn tetîlkirin.
Walîtiya Enqereyê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo xwendekar îro di rê de nemînin, tengasiyê nekşînin pêşdibistan, dibistanên seretayî, dibistanên navîn, lîse, navendên taybet ên perwerde û rehabîlîtasyonê ji bo îro hatin tetîlkirin.
Hat ragihandin ku ji bo wezîfedarên astengdar ên ku di saziyên kamuyê de dixebitin û jinên ducanî jî tetîl e û ew jî îro bi îzin bên hesibandin.