Günay Nuh,İlhami Erkılıç,Cüneyt Çelik
17 Adar 2024•Rojanekirin: 18 Adar 2024
Li Erzirom, Erdexan û Qersê berf barî, hewa sar bû.
Berf û hewaya sar tesîrê li Erziromê dike ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 3 pile hat pîvandin.
Ji ber berfê ya ku duh dest pê kir û heta serê sibê dewam kir, deverên bilind ên bajêr tev spî bûn.
Li bajêr kuçe û kolan, hin wesayît, park û baxçe bi berfê nixûmîn.
- Erdexan
Li Erdexanê jî serê sibê berf barî û bajêr çîlspî bû.
Ji ber berfa ku dem demî barî rê û wesayît bi berfê nixûmîn.
Germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê da 3 pile hat pîvandin.
- Qers
Li Qersê bişev berf barî.
Ji ber berf û sermayê mij û dûman çêbû.
Piştî mij û dûmanê mesafeya dîtinê kêm bû û şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.