Abdullah Söylemez,Muhammet Mutaf
14 Nîsan 2025•Rojanekirin: 15 Nîsan 2025
Li Erzirom û Agiriyê berf ket û rêya 185 cî û waran hat girtin.
Li Erziromê çend roj in bi navber berf dibare û ji ber ketina berfê rêyên 61 taxan girtî ne.
Ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyan bê navber dixebitin.
Li Agiriyê jî berfê rêyên 124 gundan girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan xebat dan destpêkirin.