Alper Şaşmaz
08 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2025
Navend Pasînlera navçeya Erziromê bi mezinahiya 4,5ê erdhejek çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) di saet 04.30yî da navend Pasînlera navçeya Erziromê bi mezinahiya 4,5ê hejînek hat tomarkirin.
Hat tesbîtkirin ku erdhej bi qasî 14,8 kîlometroyan di kûrahiyê da çêbûye.
- AFAD: Tu rewşeke neyênî tuneye
Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî yê AFADê da wiha hat gotin:
"Li Pasînlera navçeya Erziromê piştî erdheja 4,5ê ya ku di saet 04.30yî da çêbû, heta niha tu rewşeke neyênî tuneye. Xebatên teftîşa qadê berdewam in. Em hêviya derbasiyê ji welatiyên ku jê bi bandor bûne ra dixwazin."