Kemal Özdemir
05 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2025
Li gundê Kîlîmlîyê ya girêdayî navenda Erzîncanê bi mezinahiya 3,2yan erdhej çêbû.
Li gor agahiya ku li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afat û Acîlê (AFAD) hat parvekirin, di saet 15.13yan da bi mezinahiya 3,2yan erdhejek pêk hat.
Hat diyarkirin ku erdhej 7 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Waliyê Erzîncanê Hamza Aydogdu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê da ji bo gelê Erzîncanê got serborî be.
Aydogdu anî ziman ku di lêkolînên qadê yên ku piştî erdhejê hatin kirin da hat tesbîtkirin ku heta niha kesek nemiriye û rewşên neyînî jî pêk nehatine û wiha dewam kir: "Lêkolînên li qadê dewam dikin. Her wiha heta niha ji hêla welatiyên me va der barê rewşeke neyînî da tu agahî nehatiye dayîn. Ji hemû welatiyên me ra serborî be. Xwedê bajarê me û welatê me ji her cure afatê biparêze."
Piştî erdhejê welatî derketin kuçeyan.