ERZURUM/ANTALYA
Li gor daneyên Enstîtuya Lêkolînê ya Erdhejê ya Çavdêrxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê erdhej di saet 21.22an de qewimî. Navenda erdhejê jî gundê Yerkoya li ser navçeya Tekmana Erzûrûmê bû.
Piştî vê erhêja ku 5 kîlometre di bin erdê de qewimî di saet 21.28an de jî paşhejeke bi lerza 2,6an qewimî. Navenda vê lerzê jî Tekman-Çatak bû.
Li hin gundan hinek xanî hilweşiyan û hinek xanî jî derizîn.
Qeymeqamê Tekmanê Ahmet Adanûr diyar kir ku li gor lêkolînên ewil tu tişt bi tu kesî nehatiye lê hin xanî hilweşiyane û hinek xanî jî derizîne.
Ji AFADê daxûyanî
Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) lerza erdhejê 4,3ê ye kûriya ku tê de pêk hatiye jî herî kêm 7 kîlometre ye. Di daxuyaniya AFADê de hat destnîşankirin ku ji ber erdhejê tu tişt bi tu kesî nehatiye lê li gundê Yerkoy, Sûsûzkoy, Molla Ahmed û Akpinarê yên ku li ser Tekmanê ne hin xanî derizîne û hin xanî jî hilweşiyane.
Hat ragihandin ku ji bo kêmasî û hewcedarî bên tespî kirin AFADên têkîldar xebatên xwe didomînin. Tîma lêgerînê ya AFADa Erzûrûmê jî ji bi bo her îhtimalê amade bûn.
Qeymeqamê Tekmanê Adanûr diyar kir ku ji ber erdhejê bi tenê jinek birîndar bû, lewra ew jî kevir li milê we ket û ji bo tedawiyê birin nexweşxaneyê.
Di Behra Spî de jî duh erhejeke ku lerza wê 4,3 bû qewimî.