Elif Orhan
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
HAKKARÎ
Li Hekariyê "Fûara Berhemên Herêmî" ya ku lê berhemên herêmî yên 25 bajêrên Tirkiyeyê hene hat vekirin.
Di fûara ku li ber devê avahiya walîtiyê ya berê hat vekirin de ji 25ê bajêran nêzî 200 cure berhêmên herêmî cî digirin.

Nûrettîn Bîlgîliyê rayedarê fîrmaya ku fûar li dar xist daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku berhemên herêmî yên ku ji bajarên cuda tînin pêşkêşî ecibandina gelê Hekariyê kirin.
Bîlgîlî diyar kir ku di fûarê de gelek berhemên wekî bastîq, rûnê nivîşk, sincûq, qehwe, pastirme, kebaba çaxê, leblebiyên Çorumê, lelxem û dimsê difroşin û got ku welatî gelekî eleqeyê nîşanê fûarê didin.

Waliyê Hekariyê Cuneyît Orhan Toprak û xanima wî Dr. Funda Toprak, Fermandarê Tumena Peyade ya 3yemîn Tumgeneral Metîn Tokel û Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Tûxgeneral Ferdî Korkmaz fûar ziyaret kirin.

Toprak der barê berheman de agahî sitandin û got ku fûara ku cara ewil li bajêr vebû bila bi xêr be.
Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanê fûarê dan û hat ragihandin ku dê fûar heta 11ê gulanê vekirî bimîne.