HAKKARÎ
Li Şemzînana navçeya Hekariyê du mîdîbus li hev qelibîn, di qezayê de 8 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li nêzî gundê Beyyûrdûyê mîdîbusa ku Ramazan Kaplan diajot û ji navendê diçû gundê Beyyûrdûyê û mîdîbusa ku Kahraman Yaramaz ew diajot û ji aliyê din ê rê dihat, li hev qelibîn.
Di qezayê ji kesên di her du mîdîbusan de Beybûn, Pinar, Fikriye, Selîm û Şermîn Kaplan û Ziya, Nazdar û Ayşegul Sebîk birîndar bûn.
Welatiyan birîndar ji wesayîtan derxistin û birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Şemdînliyê tên dermankirin.