Ulaş Güven
23 Sibat 2025•Rojanekirin: 24 Sibat 2025
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê welatî berfa ku ji ber berfa zêde barî li ser banê mal û kargehên wan kete ser hev, avêtin.
Li navçeya ku sitûrahiya berfê digihêje nîv mêtroyê li kûçe û kolanan xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.
Welatiyan jî ji bo ku tep nebin berfa li ser banên xanî û karfehên xwe avêtin.

Esnaf Îhsan Sancar daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku berfa ku duh dest pê kir bi navber dewam dike.
Sancar diyar kir ku sitûrahiya berfê ji nîv mêtroyê derbas kir û got ku "Piştî barîna berfê me xwest ku berfa li ser banên xwe biavêjin û paqij bikin. Ji bo ku banên me tep nebe em mecbûr in ku vê bikin. Karekî zehmet e, xetereya ketinê jî heye lê heke em paqij nekin dibe ku ban tep bibin."
Sabrî Oren jî got ku "Gelekî berf heye. Heke ban tep bin dê zirarê bide. Em pêşiya wê digirin."
