24 Nîsan 2019•Rojanekirin: 25 Nîsan 2019
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê komeke terorîstên PKK/YPGyî yên hewl didan derbasî Herêma Baregeha Kavuşak Serîberiyê bibin, bi operasyona esmanî hatin berterefkirin.
Li gor agahiya ji çavkaniyên ewlekariyê hat hildan, komeke terorîstên PKK/YPGyî yên dixwestin derbasî Herêma Baregeha Kavuşak Serîberiyê bibin, hatin tespîtkirin.
Fermandariya Hêzên Esmanî li ser vê operasyonek kir.
Li cihê ku eskerên piyade Erhan Çiyapul, Murat Şahîn, Şevket Çetîn û Yener Kirikci di 19ê nîsanê da lê şehîd ketibûn koma terorîstan hat berterefkirin.