Gökçe Karaköse,İrem Demir
28 Tebax 2024•Rojanekirin: 29 Tebax 2024
Li hin herêmên Stenbolê barana gumrah tengasiyê dide kişandin.
Li bajêr serê sibehê baranê dest pê kir, li hin herêman barana gumrak dibare û gurîn bi ewran dikeve.
Li aliyê Ewropayê li Taksîm, Yenîbosna, Beşîktaş, Bahçelîevler û Fatîhê ji ber barana ku dibare, çûyîn û hatina wesayîtan derengî dikeve û qerebalixiya wesayîtan çêbû.
Ji ber baranê şofêr hêdî dajon, kesên ku dixwazin xwe ji baranê biparêzin, ketin binê banê hin kargehan.
Welatiyên ku li wesayîtên komî siwar bûn jî, ji ber barana gumrah nekarîn ji îstasyonan derkevin.
Li aliyê Anadoluyê jî li Uskudar, Umraniye û Kadikoyê baran bi navber dibare.
Ji ber barana gumrah li hin navçeyên bajêr di rê û dirbên binî da av golî bû.