Adem Koç,Abdülkerim Güzel,Mehmet Ali Derdiyok
12 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2026
Li Stenbolê berfa ku sibehê zû dest pê kir, li hin herêman tesîra xwe didomîne.
Berfa ku li Sîlîvrî û Çatalcayê bi şev dest pê kir, serê sibehê li herêmên bakur û rojava û her wiha cihên bilind ên bajêr tesîra xwe nîşan da.
Berfa ku li bajêr bi navber dibare, li hin cihan şideta xwe zêde kir û li hin cihan jî ji nermê xwe va dibare.
Li Milê Ewropayê li Buyukçekmece, Bagcilar, Kuçukçekmece, Sultangazî, Başakşehir, Beylikduzu û Arnavutkoyê barîna berfê bi navber didome û li Bahçelievler û Bakirkoyê jî şilopeyê dest pê kir.
Li Milê Anadoluyê jî Umraniye, Çekmekoy û Beykoz di serî da li cihên bilind barîna berfê didome.
Girê Çamlicayê yê li Uskudarê û Daristana Aydosê di serî da li daristanên li cihên bilind berf tesîra xwe nîşan dide.
Li cihên berf dibare, wesayîtên parqkirî, devê rêyan û cihên keskahî bi berfê venixumîn.
Ji ber ketina berfê ajokar di rê da bi baldarî diçin.
Li hin navçeyan jî şilope dibare.
Ekîbên şaredarî û rêbejayê li rêyên sereke wek tedbîr di amadebaşiyê da ne.