Fatih Gazioğlu
01 Adar 2019•Rojanekirin: 02 Adar 2019
Li Eleşkirt û Hamura navçeyên Agiriyê ji ber barîna berfê û hewaya sar mekteb hatin tetîlkirin
Li gor agahiyên ku hatin hildan li navçeya Eleşkirtê û gunden wê ji ber berf, serma û hewaya sar li mekteban perwerde îro nayê dayîn.
Li navçeya Hamurê jî ji ber barîna berfê rêyên hin gundan hatin girtin. Ji ber vê li gundên Hamurê ên ku xwendekarên wan bi minîbusan dihatin û diçûn jî mekteb ji bo îro hatin tetîlkirin.
Duh jî li navenda Agiriyê û gunden ser wê jî mekteb ji bo rojekê hatibûn tetîlkirin.
Li Wanê mekteb hatin tetîlkirin
Li Bahçesaraya navçeya Wanê ji ber berf û hewayê nebaş îro mekteb hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Qaymeqamtiyê hat dayîn, ji ber berfê, serma û hewayê nebaş li mektebên seretayî û navîn perwerde îro nayê dayîn.