06 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2015
HEWLÊR/SILÊMANIYE
Li Herêma Kurdistanê ji ber berf û sermayê zehmetî çêdibe.
Li ber deriyê sînor ê navneteweyî ya Hecî Omeran hatin û çûyîn bi zorê dimeşe.
Midûrê bajarokê Hecî Omeran Mahdîd Arîf ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev çend roj e berf zêde dibare û deriyê sînor ê di navbera Kurdistan û Îranê geh tê girtin û geh tê vekirin.
Arif wiha axivî: "Li ser rêya sînor tevdîr hatin hildan. Rê ji berfê tê paqijkirin. Li aliyê Îranê pirsgirêk tune. Ji ber berfê rê tê girtîn û di hatin û çûyînê de zehmetî çêdibe. Gelek tirên ji Îranê tên Kurdistanê mehsur dibînin."
- Li Silêmaniyeyê hin dibistan hatin tetîlkirin
Li Silêmaniyeyê jî hin seferên balafiran hatin betalkirin û hin dibistan hatin tetîlkirin.
Midûrê Giştî yê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê Dana Mihemed ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku serê sibê berf zêde barî û wiha axivî: "Ji ber ewlehiya rêwiyan hin sefer hatin betalkirin. Dema ku rewşa hewayê normal bibe ev sefer wê bên kirin."
Dîsa li Silêmaniyeyê hin dibistan hatin tetîlkirin.