Bi boneya 55emîn salvegera wefata Bedîûzeman Seîdê Nûrsî li navçeya Hîzanê mewlût hat dayîn.
Miftîtiya Navçeya Hîzanê bi boneya 55emîn salvegera wefata Bedîûzeman Seîdê Nûrsî ve li Mizgefta Nû ya Navendê bernameyek amade kir.
Çalakiya ku Hîzaniyan eleqeyeke mezin nîşan dan bi slayta der heqê jiyana Bedîûzeman Seîdê Nûrsî û tîlaweta Qur'ana Kerîm ve dest pê kir.
Di bernameyê de mewlûdxwanên piçûk mewlûd xwendin û bi dorê kurdî û tirkî îlahî hatin gotin û guhdarvanan jî mewlûda ku hat xwendin û îlahiyên ku hatin gotin gelekî ecibandin.
Miftiyê navçeya Hîzanê Tahir Erçîn di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew gelekî serbilind in ji ber ku ew li welatê Bedîûzeman mewlûdê didin û wiha berdewam kir: "Bi boneya 55emîn salvegera wefata Bedîûzeman Seîdê Nûrsî ve me ji bo welatiyên xwe yên Hîzanî bernameya mewlûdê amade kir. Welatiyên me jî eleqeyeke mezin nîşan dan. Birastî jî em gelekî kêfxweş bûn."
Qaymeqam Sedat Încî, amîrên dezgehan û welatî beşdarî bernameyê bûn.