Li gor agahiyan otobêsa bi plaqeya 59 LT 262yan a ku şofêrê wê Alî Kose bû, ji Stenbolê diçû Sîvasê, li xaçerêya Samsunê welgeriya şarempolê.
Di qezayê de şofêrê otobêsê Alî Kose û 34 rêwî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û hat daxuyandin ku rewşa birîndaran baş e.
Navê kesên ku di qezayê de birîndar bûn wiha ne;
"Cemîle Dîllî, Şukru, Şukriye, Lasciye û Rukiye Şahîn, Yaşar Aşan, Emîne Işik, Eray Zengîn, Demet Çabugu, Kamîle Kalkandere, Mustafa Kaya, Dursale û Gulseliye Karabulut, Kaya Akbulut, Hasan Duz, Nezaket Kuçukkaraca, Ferhat Şahîn, Nebahat Duz, Fatîh Şengul, Merve Seher Cebecî, Mehmet Bulut, Ziya Duran, Saniye û Husnu Eren, Hamîde û NezÎhat Işik, Elvan û Meşe Uzun, Zehra Genç, Ay û Kerem Çakir, Îrem Kuçukçinar, Vesîle Asur û Elîf Suzan."