KIRKLARELİ
Li Kirklarelî û Edirneyê, 159 kesên ku hewl didan bi rêyên qaçax derbasî derveyî welêt bibin hatin girtin.
Tîmên fermandariya Cendermeyan a Kiriklareliyê, ji bo girtina kesên ku hewl dan bi rêyên dereqanûnî derbasî Bulgaristanê bibin, dest bi xebatê kir.
Ekîbên cendirmeyan operasyon li dar xist, di encama operasyonê de nêzî deriyê Sînor ê Derekoyê 6 minîbêsên ku qaçax û kesên ev kar organîzekiribûn tê de bûn girtin.
Di minîbêsan de 95 kesên ku ji welatên wek Efxanistan, Bûrma, Sûriyeyê digel organîzetor E.A, O.Z, A.B, E.E, A.G, M.O. û M.U. hatin girtin.
Qaçaxan radestî Midûriya Şaxa Biyaniyan a kiriklareliyê kirin û lêkolînên der heqê 7 kesên ku tê îdiakirin organîzatorê vî karêne jî dewam dikin.
-Operasyona li Edirnê
Li Edirnê jî tîmên Fermandariya Cendermeyan a Edirnê operasyon li dar xist, di operasyonê de 64 kesên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî biçin derveyî welêt hatin girtin.
64 qaçaxên ku ji welatên wek Myanmar, Sûriye û Iraqê bûn, radestî Midûriya Şaxa Biyaniyan a Edirneyê kirin.