Ahmet Aydın
31 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Îlon 2017
MARDÎN
Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê di pevçûna bi kevir û daran ya di navbera 2 koman de, yek ji wan bi giranî 22 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan li navenda navçeya Kiziltepeyê 2 komên ku dijmindarî ketibû nav wan de, nîqaş derket û piştî demekê bi hev ketin.
Di pevçûna ku bi dar û keviran hat kirin de hinek ji wan jin U.D, A.F, A.F, M.E.A, A.Ç, F.F A., B.A, A.A, Ş.F, M.M.F, M.Ç, Ş.F, A.K, Î.F, H.F, Î.F, M.E.F, V.Ç, S.D, Î.D û M.F.F ji çend cihê laşê xwe birîndar bûn.
Ekîbên Servîsa Acila 112ê birîndar rakirin nexweşxaneyên dewrûber.

U.Dyê ku ji serê xwe derb xwar piştê emeliyatê xistin odeya nexweşên giran. Birîndarên din li ser piyan hatin dermankirin û taburçî bûn.
Polîsan li cihê bûyerê tedbîr şidandin û derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.