03 Tebax 2019•Rojanekirin: 04 Tebax 2019
Li Kuluya navçeya Konyayê ekîbên Fermandariya Cendirmeyan ya Kuluyê operasyon birin ser dikana kesekî ku hat tesbîtkirin propagandaya PKKya rêxistina terorê kiriye.
Di operasyonê da H. C. Ç.yê li navenda navçeyê perçeyên têlefonên destan difiroşe hat binçavkirin.
Di lêgerînê da li dikana gumanbar tevî materyalên dijîtal wêneyên Abdullah Ocalanê serkirdeyê rêxistina terorê û qilifên têlefonên destan ku alaya rêxistinê li serê ne hatin qefaltin.
H. C. Ç.yê hat binçavkirin piştî îfadeyê hat berdan.