KÎLÎS
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li mewqiya Kesmelîka li Taxa Karataşê di kona ku penaberan bi derfetên xwe vedabûn de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket.
Ekîbên agirkuj ên Şaredariya Kîlîsê mudaxaleyê şewatê kirin û di şewatê de dê Fatma Cûk (26) li cihê bûyerê mir û ekîbên Serwîsa Acîl a 112an keça wê Leyyelî Cûka yek salî ya ku birînên wê xedar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê lê keçik digel hemû mudaxaleyan dîsa mir.
Ekîbên agirkuj keçika birîndar bi zorî ji nav hêmbêza dayika ku li cihê bûyerê mir, derxistin.
Ji bo ku otopsiya wan bê kirin cenazeyê dê û keçikê rakirin morga nexweşxaneyê.
Di vê navberê de hat hînbûn ku malbata Cûk 6 meh berê niha hat Tirkiyeyê û bi derfetên xwe konek ava kir. Bav Elî Cûkê ku di konê de bi xanima xwe û du keçên xwe re dijiya keça xwe ya din Şehrazadê ji bo ku heta ku agir bi sobe bikeve, bir danî bal dapîra wê.
Hat dîtin ku hin konên li dora kona ku şewitî ew qas zirar dîtin ku êdî nikarin wan konan bi kar bînin.