DİYARBAKIR
Li Licê, 2 kesên ku Fermandariya Cendirmeyê ya Navçeyê raçavdikirin, hatin girtin.
Tê texmînkirin ku ji bo çalakiyan amadehî dikin.
Midûriya Ewlekariyê ya Navçeyê daxuyand ku, li nêzî Deşata Fîsê ya ser navçeya Licê terorîstan wesayita bombe dagirtî teqand û di teqînê de 2 esker şehîd bûn û 4 esker jî birîndar bibûn. Li herêmê ji ber vê tewdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. Li ser hemû wesayit û kesên ku ji herêmê derbas dibin lêgerîn tê kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, li ser Kolana Lîseyê, kesên ber wesayita bi plakaya 06an sekinîbûn û Fermandariya Cendirmeyê ya Navçeyê raçavdikirin, bi gumana "dibe ku ji bo çalakiyan amadehiyê dikin" hatin girtin. Berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Çûn cem gumanbaran û di wesayita wan de lêgerîn kirin. Di lêgerînê de 2 demançe û 100 gram esrar hat qefaltin. Lêpirsîna derheqê R.T û E.Gyê ku hatin girtin de, dewam dike."