Volkan Kaşik
10 Tebax 2023•Rojanekirin: 11 Tebax 2023
Li Yeşîlyurta navçeya Meletiyê di saet 20.48an da bi mezinahiya 5,3yan erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) li Yeşîlyurta navçeya Meletiyê bi mezinahiya 5,3yan erd hejiya.
Erdhej di saet 20.48an da 7 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Erdhej digel Meletiyê li Kahramanmaraş, Adiyeman, Şanliurfa û Gazîentabê jî hat hîskirin. Piştî erdhejê welatî derketin derva.
Waliyê Meletiyê Ersîn Yazici ji nûçegihanê AAyê ra axivî û wiha got:
"Heta niha li navçeya Battalgaziyê avahiyeke metrût hilweşiya. Zarokekî ku ji kuçeyê ra derbas bû, lingê wî şikest û rakirin nexweşxaneyê. Hinekan jî xwe ji şaneşînan avêtine. Ekîbên me li qadê kontrolan dikin."
Wezîr Yerlîkaya: "(Erdheja li Meletiyê) Mirî tunene, 22 welatiyên me sivik birîndar bûne"
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, di erdheja ku li Meletiyê çêbû da mirî tunene, 22 kes sivik birîndar bûn.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, li Yeşîlyurta navçeya Meletiyê bi mezinahiya 5,3yan erd hejiya, ekîb li qadê kontrolên xwe didomînin.
Yerlîkaya diyar kir, li gor tesbîtên ewil avahiyeke metrûk kavil bûye û 2 avahiyên ku xesara wan giran bû jî ser kêlekê ketine û wiha dewam kir:
"Ji vê kêliyê pê va mirî tunene. Ji ber tirsê 22 kesên ku xwe ji avahiyan avêtine, sivik birîndar bûne. Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne. Xwedê welatê me ji her cure afatan biparêze."