MARDÎN
Li Dêrikê ji ber ku tirîmbêl gêrî şerampolê bû 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin hildan wesaîta bi plakeya 06 YMG 06 ku Sercan Ozgen (30) diajot li ser rêya Dêrîk-Şemrexê gêrî şerampolê bû.
Di qezayê de şofêr Ozgen û Mehmet Esenê (28) li cihê bûyerê mirin, Îbrahîm Ozgenê ku birîndar bû jî bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.