Önder Beyter
10 Adar 2020•Rojanekirin: 12 Adar 2020
Li Çiyayê Nemrûdê ku di nava sînorê Kahtaya navçeya Adiyemanê da dimîne û raqima wê jî 2 hezar û 206 metre ye, piştî temambûna xebatên paqijkirina berfa dê rêyan da sezona turîzmê dest pê kir.
Piştî xebata ekîbên Şaxa Adiyemanê ya Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 8emîn a bi makîneyên kar va rêya Çiyayê Nemrûdê bi temamî vebû.
Çiyayê Nemrûdê di Lîsteya Mîrata Cihanê ya UNESCOyê da ye û herwiha wekî Qada Parka Neteweyî di bin parastinê da ye, tumulus û peykerên qerase ku 50 mêtro bilind û 150 mêtro jî biber in, hene ku ji serdema Qraltiya Komagene mane, piştî 4 meh navbera zivistanê, yekemîn ziyaretvanên xwe yên sezonê ezimand.
Salva Spain ku ji dervayî welêt hat ziyaretê, di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku ew li gelek welatên Ewropayê geriya û wisa hat Tirkiyeyê. Spain diyar kir ku wî Çiyayê Nemrûdê gelekî meraq kir û lewma hat dîtina vê derê û bû hejmetkarî peykerên li vê derê.
Midûrê Parêzgehê yê Çand û Turîzmê Mustafa Ekinci jî da bibîrxistin ku sala 2019an zêdetirî 160 hezar mirovî Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir û herwiha ew dixwazin îsal vê vê reqamê derbas bikin.