Elif Irmak
10 Mijdar 2020•Rojanekirin: 11 Mijdar 2020
Li Mûşê xwediyên heywnanan bi sarbûna hewayê ra pezên xwe dibin Herêma Başûrê Rojhilatê ku hewa lê hê jî germ e.
Hin ajalvan bi wesayîtan hin ji wan jî bi keriyên xwe ve peyatî ji bo ku pezên xwe bigihînin merayên ku bajar, navçe û gundên li Herêma Başûrê Rojhilat kirê kirine derketin rê.
Nîmet Salkimê Serokê Yekîtiya Bizin û Mihan a Mûşê li çolwarê gundê Alanîçiya li ser navendê bi ajalvanên ku heywanên xwe dibin herêmên germ ra hat bal hev û got ku Mûş ji hêla potansiyela heywanan va ki Tirkiyeyê xwedî cihekî girîng e.
Salkim diyar kir ku ji ber sarbûna hewayê heywandarên li bajêr pezên xwe dibin Diyarbekir, Riha, Gazîentab û Mêrdînê û wiha axivî:
"Wekî her sal îsal jî koça jibo bajarên Başûrê Rojhilat dest pê kir. Xwediyên pez ji bo ku biqasî 90 hezarî pezên xwe bidin çêrandin dibin bajarên li Başûrê Rojhilatê. Ji ber ku li bajarê me zivistan dijwar derbas dibe em bi 6 mehan dijî berfê têkoşîn didin. Xwediyên pez ji bo ku hem ji êm teserûf bikin hem jî ber û bereketeke zêdetir û bikalîte bi dest bixin heywanên xwe dibin bajarên germ. Hin welatiyên me heywanên xwe bi tirê dibin, hin ji wan jî piştî rêwîtiyeke dijwar û dirêj a çendî rojan dewam dike digihêjin herêmê."
Salkim behs kir ku dewlet ji bo ku li herêmê heywandariyê pêş bixe piştgiriyên mezin dide, îsal serê mihê 25-30 lire piştgiriyê dide û da zanîn ku li bajêr di salê 1990î da jimara pez dora 350 hezarî bû lê niha bi piştgiriyên hat dayîn ev jimara îsal derket milyonek û 200 hezarî.
Kutbettin Sonmezê ku li gundê Agartiyê heywanan xwedî dike ragihand ku seranserê zivistanê ji bo ku li zozanên bajarên germ heywanên xwe biçêrînin dê biçin Herêma Başûrê Rojhilatê û got ku "Berî ku zivistan dest pê bike hin ajalvanên me bi tiran va hin ji wan jî dest bi rêwîtiyeke dirêj û dijwar kirin."
Ji ajalvanan Faruk Ozkan jî destnîşan kir ku dest pê kirin û bi peyatî bi rêberiya şivên heywanên xwe dibin herêmên ku li çolwarê Sîlvana navçeya Diyarbekirê kirê kirin ku dê lê kon vedin.