MUŞ
Malbatên Dost û Kundo xizmên hev in û li mezrayên Aşagi û Yukari Bayramliya gundê Eskiyolê dijîn. Ji ber lihevnekirina erazî di navbera malbatan de şer derket.
Birîndar bi ambûlansê birin nexweşxaneyên dewletê yên Mûş û Bulanikê. Birîndar tên tedawî kirin. Hat ragihandin dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.
Waliyê Mûşê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê Vedat Bûyûkersoy diyar kir ku di navbera du malbatên xizmên hev de ji ber lihevnekirina erazî şer derket. Piştî şer li her du mezrayan jî hêzên ewlehiyê tedbîr hilda. Bûyûkersoy got ku li gor agahiyan mixabin 9kes di şer de mirine. Heya niha 9 jî birîndar hene. Birînên 3 kesan xedar in. Me li herêma şer qewimî bergiriyên hewcedar girtin. Hêvî dikim ku car din bûyerek bi vî awayî pêk neyê û jimara miriyan zêde nebe.