Nihat Kavşut
27 Mijdar 2019•Rojanekirin: 28 Mijdar 2019
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Li nav welêt ji 500î piçek zêdetir terorîst mane."
Soylu li Baregeha Beştepeyê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan beşdarî Civîna Fermandarên Bajaran ya Cendirmeyan bû.
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu destnîşan kir li nav welêt ji 500î piçek zêdetir terorîst mane û wiha got: "Ji bona sala 2020an em ê hemû amadehî û kapasîteya xwe ji bona safîkirina 500î xerc bikin. Em ê bikevin her derê."