ŞIRNEX
Navçeya Bêşebabê ya li ser Şirnaxê berf pir zêde barî, di encamê de xisar gihişt 350 darên ceyranê. Hat diyar kirin ku 10 roje ku li navçeyê ceyran tune ye.
Qeymeqem Mehmet Fevzî Donmez, daxuyanî da nûçegihanan û got ku ji bo pirsgirêk bê çareserkirin tîmên TEDAŞê digel komeke 65 kesî dixebite.
Donmez destnîşan kir ku ji ber şert û mercên dijwar yê hewayê li navçeyê xisar gihişt 350 kêranên ceyranê û wiha dewam kir:
"Welatiyên me di vê mijarê de baldar in. Bi her awayî alîkariyê didin tîman. Hin cihan jî ji bo ew bi xwe çêbikin hewl didin. Bi awayekî em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Derbasî be."