İbrahim Atmaca
02 Mijdar 2020•Rojanekirin: 03 Mijdar 2020
Li ser tepa Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeya ku li Sarîqamîşa navçeya Qersê ye û li Tirkiyeyê ji navendên turîzma zivistanê yên girîng yek e, berfa ewil a demsalê barî.
Li Sarîqamîşa ku bi daristanên Sariçamê û xweşikahiyên xwe yên siruştî tê zanîn û van rojana bi hemû rengên payîzê va xemilî ye, serê sibê li navendê baran, li deverên bilind jî berf barî.
Piştî barîna berfê tepa Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê ku 2 hezar û 634 raqim bilind e, di binê berfê da spî bû.
Navend ji navendên girîng ên turîzma zivistanê yek e. Bi pîstên xwe yên dirêj û ewle, derfetên xwe yên mayînê va her sal mazûvaniya hezaran turîstên xwecî û biyanî dike.
Berfa ku li Cibiltepeyê barî, turîzmkarên ku beriya zivistanê amadehiyên sezona nû kir, kêfxweş kirin.