Talha Koca
17 Mijdar 2024•Rojanekirin: 19 Mijdar 2024
Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ya ku navendeke girîng a turîzma zivistanê ya Tirkiyeyê ye, berfê rûyê erdê spî kir.
Li bajêr duh piştî barîna berfê li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê erd spî bû.
Li navenda ku stûriya berfê gihîşt 13 santîmetreyî, welatiyan goga berfê leyîst û wêne kişandin.
Operatorê snowtrackê Guven Karcioglu ku li navendê peywirdar e, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, piştî barîna berfê eleqeya welatiyan a bo Palandokenê zêde bû.
Karcioglu bal kişand ku ew li navendê ji bo kaşûnê di pîstan da xebatê dikin û wiha dewam kir:
"Xebatên me yên berfa sûnî dest pê kirin, berfa me par depo kiribû, em ê di pîstan da pehn bikin. Bi şûnda gava careke din berf barî, em ê pîstan amade bikin û têxin xizmetê. Ji ber berf barî welatî meraq dikin. Hinek jî ji memleketên din radibin tên dîtina berfê û li vir kêfa berfê dikin."

Azra Zeynep Çaglayana 9 salî jî diyar kir ku ji bo lîstina goga berfê ew bi malbatî hatin Palandokenê û wiha got, "Duh li Palandokenê pir berf barî, em jî wek malbatî hatin bi berfê bilîzin."
