Li zanîngeha ODTUyê êrîşî xwendekarên sergirtî kirin û standên wan belav kirin. Êrîş li gelek cihan hat rexnekirin.
Der heqê êrîşê de Serokê Weqfa Yekîtiya Mezûnên (MEBÎVA) Zanîngeha ODTUyê Volkan Ozturk wiha axivî: "Van rojên ku xwendekar qeyda xwe ya nû çêdikin, hin komên marjînal standê xwendekaran belav dikin û nahêlin xwendekar mafên xwe yê qanûnî bînin cih û nahêlin ji xêncî wan tu kes alîkariya xwendekaran bike."
Ozturk li ser xebatên xwe yên der heq xwendekarên zanîngehê de axivî û wiha pê de çû: "Em dixwazin ku li zanîngeha me hemû xwendekar mafên xwe yê qanûnî bê manî bi dest xin. Em ji bo azadiya îfadeyê gazî hemû mezûn û xwendekarên ODTUyê dikin ku bila êrîşên bi vî rengî şermezar bikin. Em ji rektoriya ODTUyê dixwazin ku li hember bûyerên şidetê tedbîrên hiqûqî û îdarî hildin û ji raya giştî re jî par ve bikin."