Haydar Şahin
05 Adar 2019•Rojanekirin: 06 Adar 2019
Ji 34 kesên di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya dijî FETOyê da ji ber ByLockê der barê wan da biryara binçavkirinê hatibû derxistin 23 kes hatin qefaltin.
Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, der heqê 34 kesên hat tesbîtkirin ByLock bi kar anîne û di nav wan da xebatkarên dewletê jî hene da bi hinceta endamtiya rêxistina terorê ya çekdar biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê li ser telîmata serdozgeriyê operasyon kirin û di operasyonê da 23 şikbar binçav kirin.
Ji bo karûbarên îfadehildanê şikbar anîn Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê, ji bo derdestkirina şikbarên din jî xebat dewam dikin.