Haydar Şahin
05 Sibat 2021•Rojanekirin: 07 Sibat 2021
Hat ragihandin texmîn dikin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf û şilopeyê bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, berêvarê berf û şilopeyê bibare.
Germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê başûr ra rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Îdirê 1, li Erdexanê di binê sifirê da 12, li Qersê di binê sifirê da 11, li Agiriyê di binê sifirê da 5, li Erziromê di binê sifirê da 3, li Erzincanê di binê sifirê da 2 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 11, li Erzincanê 9, li Qers û Erziromê 2, li Agirî û Erdexanê jî sifir pile be.
Qalindahiya berfê li Cibiltepeyê 52, li Palandokenê 108 santêm hat pîvandin.
Rayedaran ji welatiyan xwestin ku bira ji bo cemedê baldar bin û bê tevdîr nemînin.