Önder Beyter
07 Adar 2019•Rojanekirin: 09 Adar 2019
Ji bo 4 parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya cemed û şepeyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be û herwiha binavber şilope û berf dê bibare.
Li herêmê herwiha danê sibê û bi şev dê hişkî û cemed bikeve erdê û cih cihan jî dê mij û bûsî çêbe. Di pileyên germahiyê da guhertineke girîng dê çênebe.
Germahiya herî nizim li herêmê di bin sifirê da li Bitlîsê 5, li Hekariyê 4, li Wanê 2 û li Mûşê jî pileyek hat pîvan.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya herî bilind jî dê li Wanê 6, li Hekariyê 5, li Bidlîsê 3 û li Mûşê jî 2 pile be.
Welatî û berpirs divê li hemberî cemedê û îhtimala şepeya ku dibe li tevahiya herêmê li deverên bilind were, baldar bibin.