Sagip Sezginer,Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Abdullah Söylemez,Muhammet Mutaf
23 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2021
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bişev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 22 pileyî va li Agiriyê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be, serê sibehê û bişev qeşa, cemed û cî bi cî mij û xumam tê payîn.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be.
Li herêmê bişev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Agiriyê 22, li Qers û Erdexanê 16, li Erziromê 15, li Erzincanê 7, li Tunceliyê 6 pile, li Îdirê pileyek hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê pileyek, li Îdirê sifir, di binê sifirê da li Erdexanê 9, li Erziromê 7, li Qersê 6, li Agiriyê 4 û li Erzincanê 2 pile tê payîn.
- Agirî
Li Agiriyê piştî ku berf barî sir û sermayê jiyanê dixe tengasiyê.
Qismekî Çemê Mûradê û cew û robar qerimîn.
Li bajêr camên mal û kargehan qeşa kişand, welatiyan betanî û naylon li wesayîtên xwe wer kirin.
Nûçegihanê AAyê bi droneyê dîmena xaniyên gundan ên ku baniyên wan di binê berfê da mane û dîmena çem kişand.
- Erzirom
Li Erziromê ji ber sir û seqemê kolan, kuçe û peyarêyan qeşa kişand.
Li bajêr destê sibehê sartir dibe, şembelîlk bi baniyan va daliqiyan û camên wesayîtan qeşa kişand, li ser daran qiravî çêbû.
- Erdexan
Li Erdexanê jî rê û peyarêyan qeşa kişand.
Welatiyan wesayîtên xwe bi betanî û brandeyan pêça.
- Qers
Li Qersê jî camên wesayîtan qeşa kişand. Hin welatiyan wesayîtên xwe bi betanî, cil û brandeyê pêçan.
Rûyê Çemê Qersê yê ku ji nav bajêr ra derbas dibe jî qerisî.
Li navçeya Sarîqamişê jî bi baniyan va şembelîlk çêbûn. Camên wesayît û kargehan qeşa kişand. Welatiyan weayîtên xwe bi betanî û brandeyan pêçan.
Ji welatiyan Haci Sari diyar kir ku bişev hewa pir sar dibe, wî serê sibehê erebeya xwe bi zorê da xebatê.