ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di bin sifirê de bi 29 pileyî ve li Qersê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên meteorolojiyê hatin hildan, herêm ketiye bin tesîra hulmegura bilind ya ku ji aliyê Sibiryayê ve tê û ji ber vê yekê jî dibe ku cemed û qeşa çêbe.
Li herêmê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de li Agiriyê 29, li Erdexanê 25, li Qersê 22, Ezircanê 21, li Erziromê 20, li Bidlîs û Mûşê 17, li Wan 15, li Hekariyê 12 û li Îdirê jî 10 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj hewaya herî germ li Wan sifir, Îdirê di bin sifirê de 2, li Hekarî û Bidlîsê û Mûş 3, Ezircanê 5, li Erzirom û Qersê 9, li Agirî û Erdexanê jî di bin sifirê de 10 pile be.
Qalindahiya berfê li navendên bajaran li Agiriyê 15, li Mûşê 16, li Qersê 5 santêm, li navendên xweşiqitandinê li Qonaxliyê 85, li Cibiltepeyê 50 û li Palandokenê jî 83 santêm hat pîvandin.