Fatih Gazioğlu
17 Tebax 2019•Rojanekirin: 18 Tebax 2019
Li Sancaktepeya navçeya Stenbolê li malekê teqîn çêbû.
Li gor agahiyên ku ji Navenda Komutaya Îtfaiyeyê hat hildan, li taxa Mevlana di qatê 5an yê avahiyekê da tupa biçûk teqiya. Ji ber teqînê dîwarên malê xira bûn.
Li ser bûyerê gelek tîmên tenduristiyê, agirkujî û polêsan sewqî herêmê kirin. Di bûyerê da kesekî li malê birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Tîmên îtfaiyeyê ji ber tedbîrê hê li herêmê ne. Li ciyê bûyerê lêkolîna tîman didome.