05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
ŞANLIURFA
Li Wêranşara navçeya Şanliurfayê terorîstên PKKyî bi çekên lûledirêj avêtin ser qereqolê, di êrîşê da eskerek birîndar bû.
Li gor agahiya ewil, komeke terorîstan bi çekên lûledirêj avêtin ser Qereqola Cendirmeyê ya Karakûzûyê ya ser rêbeja Wêranşar-Mêrdînê. Hêzên ewlekariyê li hemberî êrîşê bertek nîşan da. Di navbera hêzên ewlakerî û terorîstan da şer derket.
Di şer da eskerek birîndar bû. Eskerê birîndar bi ambulansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.