İbrahim Atmaca
23 Îlon 2019•Rojanekirin: 23 Îlon 2019
Artêşa Tirkiyeyê ji yekîneyên eskerî yên ser sînorê Sûriyeyê ra jenerator û alavên lojîstîk şandin.
Konvoya ku ji 10 wesayîtan pêk hat û jenerator û alavên lojîstîk lê barkirî bû, ji Fermandariya Tûxaya Bizirx a 20emîn a li Şanliurfayê derket û bi tevdîrên ewlehiyê ra gihîşt navçeya Akçakaleyê ya li ser xeta sînor.
Hat gotin ku konvoy seba yekîneyên eskerî yên ser sînorê Sûriyeyê ra wek teqwiye hat şandin.