Ayşe Karaosmanoğlu
31 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 02 Tebax 2025
Dawiya vê hefteyê li qismekî mezin a welêt baran wê bibare.
Pisporê Texmînkirina Hewayê ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê Cengîz Çelîk der barê şert û mercên hewayê yên sibê û dawiya hefteyê yên ku tê texmînkirin da agahî da nûçegihanê AAyê.
Çelîk daxuyand ku li seranserê welêt germahiya hewayê ya ku li gor demsalê di navbera 6 û12 pileyan da zêde dewam dike wê ji sibê pê va li herêmên rojava û navîn li gor rewşa demsalê wê biqedeme qedeme kêm bibe.
Çelîk anî ziman ku germahiya hewayê li herêmên Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê wê li gor demsalê zêde be û wiha axivî: "Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê jî germahî wê 4 û 5 pile kêm bibe. Lê germahî li gor demsalê wê dîsa jî zêde dewam bike."
Li rojhilatê Marmarayê, Egeya Navîn, herêmên navîn ên Behra Spî û Behra Reş 3 rojan barana gur wê bibare.