Mamosteyên muzîkê di çarçoveya projeya "Bila Kesekî Nebihîstî Nemîne" ya ku li navçeya Silopiyê dan destpêkirin de, li dibistanan geriyan û konserên biçûk dan xwendekaran.
Şêwirmendê projeyê Mustafa Albayrak got ku armanca sereke ya projeya "Bila Kesekî Nebihîstî Nemîne" ew e ku perwerdeyê bi xwendekaran bidin hezkirin.
Albayrak got ku ew ji projeyê sûd werdigirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me li Dibistana Seretayî û Dibistana Navîn a Hurriyetê bi zarokan re wextekî baş derbas kir. Me ji projeya xwe sûd wergirt. Hedefa me ew e ku em li hemû dibistanên navçeyê bigerin."
Mamosteyên muzîkê hatin Dibistana Seretayî û Dibistana Navîn a Hurriyetê ya li Taxa Cumhuriyetê û amûrên muzikê bi xwendekaran dan nasandin û pişt re wek potporî stran gotin û kêfa zarokan xweş kirin.
Ji xwendekaran Zekî Akar piştî bernameyê spasiya mamosteyan kir.
Arîkara Midûrê Dibistana Seretayî û Dibistana Navîn a Hurriyetê Tugçe Açikelê jî got ku "Xwendekarên me ensturmanên cuda nas kirin. Ez spasiya her kesê ku di vê projeyê de cî girt û xwendekar kêfxweş kirin, dikim."