ŞIRNAK
Li Şinexê komekê bi hinceta bûyerên Cizîrê çalakiya bêdestûr li dar xist. Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê mudaxeleyî çalakvanan kirin.
Kesên di komê da li taxa Yeşîltepeyê bi hinceta bûyerên li Cizîrê civiyan û rê ji çûyîn û hatinê re girtin.
Li ser vê yekê ekîbên polêsan hatin dewsa bûyerê û hişyarî dan çalakvanan ku belav bibin. Çalakvanan bi kevir û molotofan êrîşî polêsan kirin, li ser vê yekê polêsan bi gaza îsotê û ava tazyîk ve mudaxeleyî çalakvanan kirin.
Çalakvan di nav kûçeyan de belav bûn û molotof avêtin dikana Saît Kapadayî. Di dikanê de şewat derket û ekîbên agirkujiyê hatin şewat temirandin.