Haydar Şahin
22 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Li Buyukçekmeceya navçeya Stebolê agir bi fabirqeya amûrên plastîk û tekstîlê têda hebûn ket, li gor tesbîtên ewil 4 karker mirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, di fabirqeyeka 4 qatî ya li Kolana Xadimkoyê ya li taxa Cumhuriyetê da ji ber sedemeka ku hê nayê zanîn şewat derket.
Li ser bûyerê ekîbên agirkujiyê yên Beylîkduzî, Kocasînan, Bakirkoy, Baxciler, Şîşlî, Bayrampaşa, Başakşehirê û gelek polês û Ekîbên Tenduristiya Acil a 112ê sewqî herêmê kirin.
Ekîbên ku hatin dewsa bûyerê, 20 karkerên dema şewat derket di hundir da bûn û derketibûn qatê ser û mehsûr mabûn, xilas kirin. 4 karker piştî midaxeleya ewil rakirin nexweşxaneyê.
Ekîbên agirkujiyê piştî temirandina şewatê li fabirqeyê lêkolîn kirin û cesedê 4 karkeran dîtin.
Walîtiya Stenbolê jî li ser şewatê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku 4 kesên di şewatê mirin biyanî bûn û wiha hat gotin:
"2 biyaniyên birîndar bûn jî bi ambulansan rakirin nexwenşxaneyê. Xebatên tesbîtkirina nasnameya mirî û birîndaran dewam dikin. Di dema midaxeleya ekîban da 4 wezîfedarên me yên agirkujiyê birîndar bûn û sewqî nexweşxaneyan kirin. Rihma Xwedê li kesên di şewatê da mirin bibe û Xwedê şifayê bide birîndaran. Ji bo eşkerekirina hemû tiştên şewitîn tehqîatên edlî û îdarî hatin destpêkirin."