Kaan Bozdoğan,Mehmet Ali Derdiyok,Mücahit Türetken,Lale Bildirici Büyükkarakaya,Ümit Türk,Ferhat Yasak
20 Sibat 2025•Rojanekirin: 20 Sibat 2025
Li Stenbolê bi berfa ku bi navber dibare, bajar sipî venuxumî.
Li bajarê ku ketiye bin bandora sermayê, li hinek cihan berf hê jî dibare.
Digel berfa ku bajar sipî kir, li hinek deveran jî mij bi bandor bû û mesafeya dîtinê kêm bû.
Li deverên ku berf li wan dibare ji bo rêlibergirtina bûyerên neyênî, ekîbên rêbejan û yên şaredariyê dixebitin.
Walîtiya Stenbolê piştî biryar da ku ji bo perwerdeyê rojek navber bê dayin û hinek welatî ji mesaiyê miaf hatin girtin, di veguhastina bi komî û trafîkê da qerebalixî çênebû.
Li gelek rawestgehên metrobusê yên weke Uzunçayir, Altunîzade û Zincirlikuyuyê ku di dema mesaiyê da qerebalix dibûn, hat dîtin ku hejmara rêwiyan kêm e.
Ji bilî qerebalixeke qismî ya li gîşeyên Otorêya TEMê, li Rêbeja D100ê, devê Tunela Avrasyayê û rêya beşa peravê, hemî rê û pireyên ser Tengavê vekirî bûn.
Li gelek herêman ekîban xebata xwêrijandinê û maliştina berfê kirin.