Fecri Barlık,Mehmet Niyazi Deniz,Recep Çelik
23 Îlon 2023•Rojanekirin: 27 Îlon 2023
Di Kongreya Asayî ya 38em a Serokatiya CHPyê ya Parêzgeha Sêrtê da rageşî derket.
Di kongreya ku li tesîsekê wekî 2 lîste hat lidarxistin da Endamê Meclisa Partiyê ya CHPyê Nevaf Bilek, Parlamenterê CHPyê yê Îzmirê Murat Bakan, Parlamenterê CHPyê yê Adiyemanê Abdurrahman Tutdere, serokê mewcûd ê namzed Enver Guneş û namzedê din Serokê Navçeya Navendê yê CHPyê Metin Ozer û endamên partiyê beşdar bûn.
Piştî axaftinan, di dema dengdayîna endaman da nîqaş derket û di pey ra nîqaşê vegerand aloziyê.
Piştî aloziya ku sandalye bi hewa ketin, ekîbên polêsan ketin salonê û tedbîrên ewlekariyê sitandin.
Di vê navberê da kesên li derva midaxeleyî mirovê das di dêst da kirin.
Endamê Meclisa Partiyê ya CHPyê Nevaf Bilek û ekîbên polêsan navçîtî kirin û rageşî bi dawî kirin.
Polêsan her wisa 2 kes jî binçav kirin.
Di salona ku paşê bi tenê endam derbas bûn da dengdayîn didome.