Di înşaeta rezîdansa ku li şûna Stadyûma Alî Samî Yen a li Mecîdiyekoyê tê çêkirin de asansor ket qata herî jêr.
Xebatên ji bo derxistina karkerên ku di asansorê de asê mane, berdewam dikin. Digel tîmên îtfaiyeyê tîmên Serokatiya Birêvebirina Rewşa Acîl û Bobelataê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) jî beşdarî xebatan bû.
Tîmên polêsan li hawirdora înşeata ku qeza wir çêbû bergiriyên ewlehiyê girtin û heman demê de hewl didin ku dilê xizmên karkeran rehet bikin. Ambûlansa li cihê buûyerê jî mudaxaleyî xizmên karkeran ên ku ji xwe ve diçin, dike.
-10 karker mirin
Waliyê Îstanbûlê Huseyîn Avnî Mûtlû der barê ketina asansorê de got ku "Mixabin 3 birayên me yên din jî mirin. Ji ber vê yekê jimara miriyan wek 10 kes xuya dike. Lê ez nikarim tişteke teqez bibêjim ka dê ev jimar zêde bibe an na."
-8 kes hatin binçavkirin
Walî Mûtlû destnîşan kir ku der barê bûyerê de 8 lêkolîna edlî dan destpêkirin û got ku di serî de kseên ku ji ewlehiya kar berpirsyar in, 8 kesên ku di pozîsyona berpirsyarê şantiyeyê ne, hatin binçavkirin.
-Xebat berdewam dikin
Xizmên karkeran ên ku li cihê bûyerê li bendê ne xwestin ku bikevin nav şantiyeyê û ji ber vê yekê jî di navbera wan û peywirdarên ewlehiya taybet de rageşiyeke demkurt derket. Polês ketin navberê û nehiştin ku bûyer mezin bibe.
Li înşaeta ku qeza wir qewimî xebatên tîmên lêkolîna cihê bûyerê, îtfaiye û AFAdê berdewam dikin.