SÎÎRT
Dolmîşa bi pîleqeya 56 M 0128 ya Hacî Erdogan diajot, dema ku ji Sêrtê diçû Kurtalanê, li nêzî Kurtalanê li tira bi pîleqeya 56 KA 065 ya Aydin Kirmizi qelibî.
Di qezayê de tevî ajotvanan Hacî Erdogan û Aydin Kirmizi, Bedrettîn Aksak, Aydin Sari, Muzaffer Kutluay, Îhsan Agir, Sabrî Akman, Nîman Çelîkcan, Mustafa Yilmaz, Veysî Aksak û Firat Sari birîndar bûn. Aydin Sariyê ku di dolmîşêde asê ma, piştî xebateke ku nîv saetî dewam kir, hat xelaskirin. Birîndar rakirin nexweşxaneya Kurtalanê.