Servet Taşdemir
23 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2026
Li Tetwana navçeya Bidlîsê ji bo çêkirina otogara nû, merasima xîmdanînê hat lidarxistin.
Otogara ku dê li herêma Rehwayê li ser qadeke 6 hezar û 200 metrekareyî were çêkirin, dê hezar û 700 metrekare qada sergirtî û 11 peronan vehewîne.
Mumîn Erolê Şaredarê Tetwanê di merasima xîmdanînê da axivî û diyar kir ku otogar bi rengekî hat plankirin ku bi salên dûr û dirêj bersiva pêdiviya navçeyê bide.
Erol destnîşan kir ku otogar dê di heman demê da xizmetê bide 11 acenteyan û wiha dewam kir, "Berdêla îhaleyê ya tesîsa ku restoran û qadên civakî jî dê tê da hebin, 61 milyon û 300 hezar lîre ye. Em plan dikin ku çêkirina otogarê heya dawiya salê temam bikin û otogarê ji xizmetê ra vekin."